Zirgan..Saziya kehrebê dest bi sererastkirina xetên ku ziyan dîtine kirin

Di encama êriş û bombebaranê ya dewleta Tirk û çeteyên wê a li ser Zirganê gelek ziyan li malên welatiyan bû. Îro saziya Kehrebeyê dest bi sererastkirina xetên kehrebê yên ku zirar dîtine kirin.

Li navçeya Zirganê ya li bakurê Hesekê ji ber êrişa 21 û 22 vê mehê ya artêşa Tirk û çeteyên wê gelek zirar li navçeyê bû.

Yek ji van ziraran jî hilweşandina xetên kerhrebeyê ye.

Îro saziya kehrebeyê tîmek şand herêmê da ku xetên ziyan dîtine sererast bikin.

Li gorî agahiyên tîma kehrebeyê 30% xetên kehrebeyê a navenda navçeyê zirar dîtine.

Her wiha stasyonên biçûk li hin gundan ji xizmetê derketine.

Saziya kehrebeyê ya li navçeyê hewl dide ku torên kehrebeyê di demeke nêz de sererast bike.

Back to top button