Şervanê YPG’ê Agir Efrîn di encama nexweşiyê de şehîd bû

YPG’ê ragihand ku rervanê wan yê bi navê Agir Efrîn di encama nexweşiyê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Agir Efrîn ji ber nexweşiyê şehîd bûye.

YPG’ê diyar kir ku Agir li Efrînê di nava malbatek welatparêz de ji dayik bûye û ev agahî parve kir,

“Piştî ku Efrîn hat dagirkirin, wekî ciwanekî birûmet ji bo rizgarkirina Efrînê, ji bo ji dagirkeriyê tolê rake, tevli refên YPG bû.

Hêrsa mezin ya li hember dagirkeran, roj bi roj di nav raman û hestên hevrê Agir de mezin bûn û vê yekê di kesayeta xwe de zivirand hêza şoreşgeriyê.

Heta kêliya dawîn a jiyana xwe xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derket.”

YPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Agir Efrîn bi nasnav Mihemed Ebdilrehman, di 23’ê Kanûna 2021’an li Helebê şehîd bû.

 

Back to top button