Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê sersaxî ji malbata şehîd Demhat Cindirês re xwestin ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû.
Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê yê şehîd Fewzî Silêman (Demhat Cindirês) li navçeya Ehdas a Şehbayê veda.
Şêniyên Efrînê, endamên meclis û komînan ji navçe û gundên Şehbayê tevlî konê sersaxiyê bûn.
Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Hesen Birko axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û wiha got:
“Dagirkariya Tirk hewl dide serdema Osmaniyan ji nû ve zindî bike û îro jî ew dixwaze navçeya Til Rifet dagir bike.
Lê em dev ji berxwedana xwe bernadin û em ê li dijî planên wê yên mêtinger bibin mertal .”
Piştre ji rêveberên Kongreya Star Emel Nebo jî axivî û diyar kir ku ew wekî şêniyên Efrînê berxwedana xwe didomînin heya rizgarkirina Efrînê û vegera li ser axa wan.
Piştî axaftinan wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbat wî hate kirin.