Ava çemê Firatê..Evîn Cuma: Gel li ber qirkirinê ye

Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma destnîşan kir ku niha li hemberî gelê herêmê şerê avê tê meşandin û hişyariya qirkirinekê da. Evîn bang kir ku divê li dijî vî sûcî raya giştî ji dil tev bigere.

Evîn Cuma Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê diyar kir ku pirsgirêka avê ya di navbera Tirkiye, Iraq û Sûriyê de ne pirsgirêkeke nû ye û hişyar kir ku gel êdî qir dibe.

Sala 1987’an, lihevkirinek di navbera dewleta Sûrî û ya Tirkiyê de çêbû; ku divê 500 metrekabik av di xulekekê de bigihêje xaka Sûriyê.

Lê va ye dewleta Tirk zêdeyî 3 mehan e, vê yekê pêk nayîne û tenê 200 metrekabik av berdide.

Evîn Cuma anî ziman ku ji dema şerê Sûriyê dest pê kiriye, Tirkiyê dest bi binpêkirina lihevkirinê kiriye û ji 2014 û heta niha bi dehan car av ji ser herêmê qut kiriye.

Evîn metirsiya li ser warê jiyanî tevdî jî bi bîr xist ku ev kêmbûna rêjeya avê her tişt hişk kiriye û diyar kir ku çi tiştê Tirkiyê nikarî bi rêya dagirkirinê pêk bîne, niha bi rêya avê dixwaze xwestekên bi cih bîne.

Evîn destnîşan kir ev şerê bi avê sûcekî li dijî mirovahiyê ye, taybet li dijî jinê tê meşandin û teqez kir ku rêxistinên navdewletî deng jî ji xwe nayînin.

Back to top button