“Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan sucên herî bi tirsnak dike”

Li başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê dewam dikin.
Şêniyên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê dijî êrîşên ser Başûr banga li heresî kirin ku bikevin nava tevgerê.
Li bajaroka Qeladizê ya Raperînê jî meşek dijî êrîşên dewleta Tirk hat lidarxistin.

Nerazîbûnên dijî êrîşên dewleta Tirk a bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê didomin.

Di derbarê êrîşên dewleta Tirk û armanca wê de mamostayên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê berteka xwe anîn ziman û banga tevgerê li gel kir.

Helbestvan Serdar Qadir: Dewleta Tirk li dijî hemû Kurdan e

Helbestvan Serdar Qadir nerazîbûna xwe dijî êrîşên dagirkeriya Tirk anî ziman.

Serdar Qadir got ku dewleta Tirk ne tenê dijî PKK’ê ye, dijminê hemû Kurdan e, armanc û xewna dewleta Tirk zindîkirina dewleta Osmaniyan e.

Helbestvan Serdar Qadir bang li hemû Kurdan û partiyên siyasî kir ku bi hev re dijî dagirkeriyê rabin û helwestek cidî dijî dagirkeriyê were nîşandan.

Li Qeladiza Raperînê meşek dijî êrîşan hat lidarxistin

Li bajaroka Qeladizê ya Raperînê jî bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê meşek dijî êrîşên dewleta Tirk hat lidarxistin.

Back to top button