Mûsa Xelîl: Dixwazin azadiya gel têk bibin

Endamê rêveber ê Akademiya Civaka Demokratîk Mûsa Xelîl dibêje armanca tecrîda li ser rêber Ocalan, têkbirina azadiya gel e.

Mûsa Xelîl diyar kir ku sîstemên desthilatdar û serwer ji azadiya rêber Apo ditirsin, ji ber dizanin ew kilîta çareseriyê ye.

Xelîl destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê ji sîstemên serwer û fikrê heyî re bibe derbeyek û ev tişt anî ziman:

”Ev jî ne li gorî berjewendiyên wan e, ji ber vê yekê hewl didin bi rêya tecrîda li ser rêber Ocalan, azadiya gel têk bibin.

Mûsa Xelîl da zanîn ku rêbertî xwedî fikrekî navneteweyî ya siyasî û civakî ye jî ber wê jî fikrê wî belav dibe.

Mûsa Xelîl di dawiya axaftina xwe de anî ziman dê têkoşîn û berxwedana xwe bidomîn heta ku azadiya fîzîkî ya rêber pêk were.

Back to top button