Tirkiyê herêmên Akrê û Amêdiyê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên Akrê û Amêdiyê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê şewat derket.

Balafirên şer ên dewleta Tirk derengiya şeva borî gundên Kurtka û Mêrgereşê yên bajaroka Dînarte ya Akrê bombebaran kirin.

Her wiha derengiya şeva borî balafirên şer ên dewleta Tirk qûntara çiyayê Metîna ya Amêdiyê jî bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan li hinek cihekên ku hatine bombebaran kirin şewat derketiye, lê ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye.

Back to top button