Jinên ji Efrînê: Em bê çandinî nikarin bijîn

Jina Efrînî Meziyet Mihemed Osman ya ku li Şehbayê dimîne hem bi çandiniyê debara xwe dike hem jî xwedî li çanda xwe ya resen derdikev. Meziyet li warê koçberiyê pêşiya mala xwe baxçeyek çêkiriye û dibêje: “Em jinên Efrînê bê çandinî nikarin bijîn” 

Bi hezarê salane çandinî di nava civakan de yek ji rêbazên debarê ye ku civak xwe li ser wê xwedî dike.

Jinên ji Efrînê yên ji warê xwe koçber bûne û li kantona Şehbayê bi cih bûne, malên rûxandî û çadirên koçberiyê bi çandiniyê dixemilînin.

Hem jî bi çandina kûlîlkan û zebzeyan pêşiya malên xwe vegerandine cihê jiyanê û bi wan Efrînê tînin bîra xwe.

Yek ji jinên Efrînê ku pêşiya mala xwe bihûştek biçûk ji çandiniyê çêkiriye, Meziyet Mihemed Osman e.

Meziyet ji navçeya Reco ya Efrînê ye û niha li gundê Til Şeîr a kantona Şehbayê dimîne.

Meziyet da zanîn ku ew nikare bê çandiniyê bijî lewra sebze, fêkî û çîçek çandine û bêhna xwe bi wan derdixîne.

Meziyet diyar kir ku wê di baxçeyê xwe de bacan, îsot, miloxiyê jî çandine.

Em her li ber xwe didin û bi hêviya vegera li Efrînê ne

Meziyet Mihemed Osman dawiyê de anî ziman ku ew karê çandiniyê dikin da ku rojên xwe pê derbas bike, lê tu carê Efrîn ji bîr nake û bi hêviya vegera li Efrînê ne.

Back to top button