Şaredariya Gel a Tebqayê 18 dikanên nû li bajêr çêdike

Şaredariya Gel a Tebqayê ji bo peydakirina derfetên kar ji welatiyan re û pêşxistina aboriyê 18 dikanan ava dike.
Şaredariya navçeya Çilaxa jî peykerekî pirtûkên Rêber Apo danî.
Peyker ji 3 cildên parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan pêk tê.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî xizmeta şaredariyan ji bo gel berdewam dike

Şaredariya Gel a Kantona Tebqayê bi armanca peydakirina derfetên kar ji welatiyan re û ji bo pêşxistina qada aborî, dest bi avakirina 18 dikanan kiriye.

Her dikanek 480 metredam e li şûna avahiya kevn a dadgehê ya li taxa Ewel a Tebqayê tên avakirin.

Şaredariya Gel bi rakirina kavilên avahiya kevn a dadgehê, dest bi xebatên avakirina sûkê kiriye.

Hevserokê Şaredariya Gel a Tebqayê Elî El Taha diyar kir ku projeya avakirina dikanan 1’ê Nîsanê dest pê kir û got:

“Proje ji avakirina 18 dikanên bazirganiyê pêk tê.

Armanca me ji vê projeyê ew e ku derfetên kar ji şêniyan re peyda bikin, qerebalixa li sûkan kêm bibe û rewşa aborî ya herêmê geş bibe.”

Şaredariya Çilaxayê xebatên xwe didomîne

Şaredariya Gel a Çilaxayê ya kantona Cizîrê jî xizmetên xwe didomîne.

Şaredariyê ji bo ku li nêrîn û pêşniyarên şêniyan guhdar bike, rêzecivîn ji komînan re li dar xistin.

Di çarçoveya pêkanîna pêşniyarên de, şaredariyê ji sedî 90 xebatên nûkirina xetên kanalîzasyonê yên li taxa Xesan Kenefanî ya navenda navçeyê bi dawî kiriye.

Şaredarî bi dirêjahiya hezar metreyî xetên kanalîzasyonê nû kirin.

Şaredariyê ji bo birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê jî peyarêyek bi dirêjahiya 2 kîlometreyan çêkir.

Têkildarî projeyên avê jî, Beşa Avê ya Şaredariya Gel li gundê Emarat ê rojhilatê navenda navçeyê xeteke avê bi dirêjiya 600 metreyî çêkir û bi vê yekê pirsgirêka avê çareser kir.

Ji destpêka îsal ve, Şaredariya Gel a Çilaxayê projeya ronîkirina rêyan didomîne.

Şaredariyê çira li kolanên giştî danîne.

Şaredariya Çilaxa peykerê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan çêkir

Şaredariya navçeyê peykerekî pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li rojavayê navçeyê danî.

Peyker 3 cildên parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan pêk tê.

Her wiha pirtûkeke vekirî heye ku tê de beşeke biçûk a analîzên Rêber Apo ên li ser hevjiyana azad, di neteweya demokratîk de pergala xweparastinê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan jî tên nîşandan.

Back to top button