169 rojin ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed 169 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
Rojnameger Rêbaz Hesen ji bo rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayên girtin bang li rojnameger, aktîvist û siyasetmedaran kir û got: “Heke em dengê xwe dernexînin ev zextên li ser me dê zêdetir bibin.”

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hat revandin.

PDK’ê nahêle ku parezer jî bi miwekilê xwe re hevdîtin bikin.

Fikarên der barê jiyana Ehmed de her ku diçin zêde dibin.

Rêbaz Hesen: Di şexsê Silêman Ehmed de mafê mirovan tên binpêkirin

Rêbaz Hesen ku li Başûrê Kurdistanê rojnamegeriyê dike, têkildarî rewşa Silêman Ehmed axivî û banga xwedîderketinê kir.

Rojnameger Hesen, diyar kir ku PDK bi awayeke eşkere qanûnan binpê dike û wiha axivî:

“Ji rojnameger Silêman Ehmed 6 ku meh in di zindanê de ye, tu agahî nayên girtin.

Rêbazê binçavkirina wî û agahînediya derheqê wî de li dijî qanûnan e.

Li gorî zagonên cîhanê dema ku welatiyek tê binçavkirin mafê wî heye ku bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bike.

Îro di şexsê Silêman Ehmed de mafên mirovan tên binpêkirin.”

Rêbaz Hesen: Helwesta PDK’ê li ser rojnamegeriyê gef e

Di berdewamê de Rêbaz Hesen bi lêv kir kiryarên PDK’ê yên li dijî Ehmed ji bo azadiya rojnamegeran jî gef e û wiha pê de çû:

“Bêguman hemû rojnamegerên li Başûr dixebitin û rexneyê li hikûmetê dikin di hedefê de ne.

Ji ber van kiryaran di asta cîhanê de li dijî PDK’ê rexne hene.

Hikûmeteke ku dibêje di welatê me de azadî heye, azadiya xebatkaran binpê dike.

Divê em demildest agahî ji Silêman Ehmed bistînin.”

Rêbaz Hesen: Divê dengê rojnamegeran zêdetir derbikeve

Rojnamevan Rêbaz Hesen bêdengiya li dijî rojnameger Silêman Ehmed rexne kir û ev bang kir:

“Ji bo azadiya Silêman Ehmed divê her kes dengê xwe bilindtir bike.

Em bang li hemû saziyên rojnamegeran dikin ku erka xwe pêk bînin û helwesta xwe nîşan bidin.

Divê dengê rojnamegeran zêdetir derbikeve ku ev zextên li ser me bi dawî bibin.

Banga me ji hemû rojnameger, aktivîst, siyasetmedaran ew e ku li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin.

Heke ku em dengê xwe dernexînin ev zextên li ser me dê zêdetir bibin.”

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 168 rojin agahî nayê girtin

Back to top button