Ciwanek li sînorê Idlibê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate kuştin

Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî dewam dike.
Li sînorê Idlibê ciwanek hate kuştin.

Li gorî malpera Efrîn POST ragihandî duh bi guleyeke sekvaniyê ciwanek hate kuştin.

Di nûçeya malperê de tê gotin,

“Beriya çend mehan dewleta Tirk ciwanê bi navê Mustefa Taha Hac Xelîl dersînorî Idlibê kir.

Piştî ku Mustefa Hac Xelîl tê dersînorkirin bi rêya hin qaçaxçiyan hewl dide ku derbasî Tirkiyê bibe û xwe bighîne malbata xwe.

Lê Hac Xelîl li ser sînorê Sûrî-Tirkiyê yê li Idlibê bi guleya leşkerên Tirk tê kuştin.”

Li gorî Efrîn POST ji destpêka sala 2023’an ve leşkerên Tirk li ser sînor 27 kes kuştine û zêdetirî 111 kes ji ber lêdan û êşkenceyê birîndar bûne û seqet bûne.

Back to top button