Kirîza aborî ya li Sûriyê di roja 4’an de xwepêşandanên Siweydayê li dar in

Bi silogana ”Em dixwazin bijîn” dîsan şêniyên parêzgeha Siweydayê daketin qadan.

Li dijî rewşa aborî û kêmbûna nirxê lîreya Sûrî bi dehan ji şêniyên parêzgeha Siweydayê ya başûrê Sûriyê daketin qadan.

Xwepêşandan li pêşiya avahiya parêzgehê ya bajêr û li ber navenda Syriatel pêk hat.

Li gorî dîmenên ku malpera Siweyda 24 belav kiriye, siloganên ”Em dixwazin bijîn”, Çek û barûd bi me re tune, lê heqekî me heye namire” û ” We bi pariyê me şerê me kir, we hişt em dakevin” hatin gotin.

Xwepêşandana şêniyên Siweydayê ev 4 roj dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button