YBŞ: Xwestin 15’ê Tebaxê veguherînin rojek reş

Fermandariya YBŞ’ê ji salvegera komkujiyên li ser Civaka Êzdî daxuyaniyek da û hemû şehîdên komkujî û êrişan bîranî.
YBŞ’ê da zanîn dewleta Tirk bi van êriş û komkujiyan dixwaze tola DAIŞ’ê ji me hilîne û got:
”Dem dema derxistina dijminê mirovahiyê bi hemû hişmendî û kesayeta wî ji axa pîroz e.”

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê ji bo komkujiyên li ser civaka Êzdî daxuyaniyek da.

Fermandariya YBŞ’ê destpêka daxuyaniya xwe 15’ê Tebaxê roja vejînê pîroz kir û got:

”15’ê Tebaxê ji bo Kurdan roja vejînê ye. Ji bo wê xwestin vê rojê ji bo civaka Êzdî vegerînin rojek reş.

Ji bo wê jî 3’ê Tebaxa 2014’an bi armanca qirkirinê êrişek li dijî me pêk anîn.

15’ê Tebaxê di hindirê fermanekê de bi rêbazên dijî exlaq û mirovahiyê komkujiyên mezin pêk anîn.

Dîsa 15’ê Tebaxa 2018’an di salvegera komkojiya gundê Koço de pêşengê gelê me Mam Zekî şehîd kirin.

Car din 15 Tebaxa 2021’an fermandar û pêşengê civaka me Seîd Hesen şehîd kirin.

Piştî wê bi rojekê jî li nexweşxaneya gundê Skiniyê komkûjî pêk anîn.”

YBŞ: Tirkiyê dixwaze tola DAIŞ’ê rake

Fermandariyê bi rasthatina salvegera van komkujiyan hemû şehîdên wê bîr anî û ev tişt anî ziman:

”Xwediyên van êriş û komkujiyan her çiqasî navê wan cûda bin jî lê ew bi xwe yek in.

Heman hişmendî, feraset, kes û siyaset e.

Dewleta Tirk bi hevkarê xwe PDK’ê re ji 2014’an û heta îro jî li pey rakirina tola DAIŞ’ê ne.

Lewma li ku derê pêşengekê civaka me yên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine dike armanc.

Her êrişek bi vî rengî ne tenê li dijî me, li dijî gelê Iraqê û yên herêmê ye.

Dijmin dixwaze li tevahiya axa Iraqê xwe serwer bike, gelên herêmê ji hev cûda bike.”

YBŞ: Dem dema derxistina dijmin ji axa pîroz e

Fermandariya YBŞ’ê dawiya daxuyaniya xwe de soza şopandina rêya şehîdan da û ev ji gel xwest:

”Divê gelê me li derdora keda van pêşeng, fedaî û qehremanên xwe bibin xeleka azadiyê.

Û destkeftiyên ku bi keda van qehremanan hatine bidestxistin biparêz in.

Dem hatiye ku em vê dijminê mirovahiyê bi hemû hişmendî û kesayeta wî ve ser vê axa pîroz derxînin.”

Back to top button