Berî 15 salan îro, dijmin û neyarên Kurdan, li dijî Êzidyên devera Til Izêr û Sîba Şêx Xidirê, 2 komkujî pêk anîn. Di encama teqînê de 350 kesan jiyana xwe ji dest da û 700 jî birîndar bûn.
Di ser komkujiya Til Izêr û Sîba Şêx Xidirê re, yên ku sala 2007’an pêk hatibûn, 15 sal derbas dibin.
14 Tebaxa 2007’an, Tirkiyeya qirker li navçeya Til Izêr, gundê Izêr û Sîba Şêx Xidirê, 4 teqînên hovane li nav gel pêk anîbûn.
Berî êrîşê, bi hezaran pêşmerge li wan deveran hebûn.. lê tev reviyan û bendên kontrolê vala kirin.
Rêjîma Îraqî jî xwe ji herêmê vekişandibû.
Di teqînan de, 350 kesan jiyana xwe ji dest da û 700 jî birîndar bûn.
Tevî borîna 15 salan, birînên malbatên qurbanan hêj nekewiyane.