Hêzên Rizgariya Efrînê derbên giran li dagirkeran didin.
Di çalakiyên wan ên 11 û 12’ê Tebaxê de 6 dagirker hatin kuştin 7 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyên hêzên wan ên li Marê û Babê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:
”11’ê Tebaxê, li herêma Marê di encama çalakiyeke hêzên me de 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn.
Û erebeyeke jîp jî hat rûxandin.
12’ê Tebaxê jî, li herêma Babê, li hember baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidar xistin.
Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.”