Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyê Îbrahîm Selac diyar ki ku dewleta Tirk bi êrişên xwe hewl dide projeya demokratîk a herêmê têk bibe û
Endama Meclisa Giştî ya Jinan a PYD’ê Rîm Idrîs jî li dijî êrişên dewleta Tirk bertek nîşan da û got :
“Dewleta Tirk jinên pêşeng dike hedef da ku şoreşa me têk bibe.”
Dewleta Tirk roj bo roj êrişên xwe li ser herêmê zêde dike .
Li dijî vê yekê ji aliyê gelê herêmê ve peyamên berxwedanê derdikevin pêş.
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyê Îbrahîm Selac li dijî êrişên dagirkeriyê bertek nîşan da.
Îbrahîm Selac dibêje:
“Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên rojane li ser herêmê, hewl dide projeya demokratîk a herêmê têk bibe.
Hewl dide ji nakokiyên giştî yên li herêmê sûd werbigire .
Da ku karibe êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.
Di dawiya axaftina xwe de endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Îbrahîm Selac ev bang li gel kir:
Divê gelên herêmê li dijî êrişan yekîtiya xwe xurtbikin.
Rîm Idrîs: Dewleta Tirk jinên pêşeng dike hedaf da ku şoreşa me têk bibe
Endama Meclisa Giştî ya Jinan a PYD`ê Rîm Idrîs jî li dijî êrişan helwesta xwe nîşan da .
Rîm Idrîs diyar kir ku dewleta Tirk bi riya hedefgirtina fermandarên jin dixwaze şoreşa me têk bibe .
Rîm bêdengiya civaka navneteweyî li hember van sûcan şermezar kir û got:
”Ev bêdengî nîşan dide ku ew ne li dijî van sûcan e.
Lê belê diyar dike ku di komployên li dijî herêmê de şirîk e.”
Endama Meclisa Giştî ya Jinan a PYD`ê Rîm Idrîs dawiyê tekez kir ku wê serkeftin ya gelê herêmê be.