Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta serokê dewleta Tirk ku ji bo tevlêbûna Swêd û Fînlanda ji NATO`yê re şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku bi pey van siyasetên dewleta Tirk nekeve.
Rêveberiya Xweser têkildarî van daxwiyaniyan ,daxuyaniyeke nivîskî weşand û got :
“Êdî siyasetên nîjadperest, ên hikumeta AKP’ê li dijî gelê herêmê dimeşîne, ji raya giştî re eşkere bûne.
Di çarçoveya siyasetên AKP’ê yên li hundir û derve de, Erdogan tevlêbûna Swêd û Fînlanda ji NATO`yê re red kir.
Ev yek nîşaneyeke din e ku Erdogan ji aliyekî ve dixwaze siyasetên cîhanê li gorî pîvanên xwe pêk bîne .
Û NATO li gorî siyasetên xwe bixe tevgerê.
Bi siyasetên Erdogan dê xebatên navneteweyî di têkoşîna li dijî sîstema terorê ya cîhanê û şaneyên wê yên veşartî qels bibe.”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawiyê bang li civaka navneteweyî kir ku li bi pey siyasetên dewleta Tirk nekeve