Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Tirkiye di nava lîsteya welatên neazad de ye, em hewl bidin di hilbijartinan de Tirkiyê bikin welatê azadiyan û got:” Jin wê ji bin kavilên erdhejê jiyanek nû ava bikin”.
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclisê rojevên heyî nirxand.
Meral Daniş Beştaş da zanîn ku divê desthilatdarî piştî vê erdhejê ku veguherand karesatê qala verastkirinên nû bikira û got:
Diviyabû dewlet derheqê tedbîr, rêbaz û venêrînan bikira.
Li Karataş a Edeneyê herêma pîşesaziya organîze hate avakirin.
Ev yek tê wateya talan û mêtingeriyeke bêdawî ya li ser xwezayê.
Desthilatdarî û şirîkê wê yê biçûk armanc dikin ku çandiniyê tune bikin.
Weke HDP’ê me piştî erdhejê pêşniyara avakirina Komîsyona Îhtîsasa Karesat û Destwerdana Lezgîn kir.
“Em ê di hilbijartinan de Tirkiyê bikin welatê azadiyan”
Meral bal kişand ser rapora demokrasiyê û wiha anî ziman:
Mixabin mîna salên berê, Tirkiye dîsa di welatên neazad de hatiye nirxandin.
Tirkiye di lîsteya welatên herî zêde paşdikeve de ye.
Em ê piştî 14’ê gulanê hewl bidin Tirkiyê bikin welatê azadiyan.
“Jin wê ji bin kavilên erdhejê jiyanek nû ava bikin”
Meral diyar kir ku Meclisa Jinan a HDP’ê 8’ê Adar li herêmên erdhejê pîroz kir û wiha bi lêv kit:
Yên ku di erdhejê de herî zêde mafên wan hatine binpêkirin jin in û me hewl da dengê wan bêhtir biqîrin.
Êşên herî giran jin dijîn. Nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn peyda bikin.
Barê malbatê li pişta wan hatiye kirin û di şertên zehmet de dimînin.
Jin wê ji bin kavilên erdhejê jiyaneke nû ava bikin.