Hikûmeta Şamê ciwanekî Kurd di bin îşkenceyê de kuşt

Hikûmeta Şamê ciwanekî Kurd di bin îşkenceyê de kuşt û ji malbata wî xwest ku cenazeyê kurê xwe werbigire.

Ciwanê Kurd Azad Ebdulqadir Xelîl ê ji gundê Xulalka yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, du meh berê hatibû revandin.

Azad di girtîgeha şaxê ewlekariya siyasî ya Helebê ya girêdayî hikumeta Şamê, di bin îşkenceyê de hate kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê Azad piştî bûyerên dawîn ên Minbicê li ser bendên kontrolê yên hêzên hikûmeta Şamê li Helebê hat binçavkirin.

Li gorî heman nûçeyê Azad ku yekane kurê malbatê ye, ji ber navê xwe bi tawana girêdanbûna neteweyî hatiye binçavkirin.

Back to top button