Almanya: Me bi alîkariya rêveberiya Kurd, DAIŞ’î anîn

Wezîrê Alman ê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Michael Roth li ser wergirtina zarokên çeteyên DAIŞ’ê û jinên DAIŞ’î ji Bakur û Rojhilatê Sûiryê got ku wan bi alîkariya rêveberiya Kurd DAIŞ’î anîn.

Anîna çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên welatiyên Alman ji bo Almanyayê, yekemcar di rojên dawî yên meha Kanûna 2020’an de ketibû rojevê.

Piştî ku şandeya ji rayedarên Alman û Fînlandiyayê li bajarê Qamişlo bi Rêveberiya Xweser re protokolek îmze kir, DAIŞ’î wergirtibûn.

Di çarçoveya protokolê de, ji kampên Roj û Holê 3 jin û 12 zarok radestî Almanyayê, 2 jin û 6 zarok radestî Fînlandiyayê hatin kirin.

Tevî ku protokol hate îmzekirin, Wezîrê Karên Derve yên Almanyayê Heiko Maas û rayedarên din ên Alman, navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilêv nekirin.

Partiya Çep a Alman di beşa pirs û bersivê ya Meclisa Federal de ji hikumetê pirsî bû, ku di mijara anîna DAIŞ’iyan de hikumetê di kîjan astê de pêwendî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re danî.

Ji bo pêşnûme pirsa ku ji aliyê Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût ve hate amadekirin, Wezîrê Alman ê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Michael Roth vê sibehê bersiv da.

Michael Roth diyar kir ku di anîna welatiyên Alman de gelek aktoran rol lîstin û got ku wan bi rêveberiya Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di vê mijarê de zêdeyî mehekê danûstandin kirin.

Roth diyar kir ku hevdîtinên bi rêveberiya Kurd re hatin kirin bi giranî li ser nasname û cihê kesên bên anîn, bû û anî ziman ku dema bê ew plan dikin ku gelek zarokan bînin.

Wezîrê Alman ê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Michael Roth got:

“Ji bo daxwaza me ya anîna jinan, rêveberiya Kurd diyar kir ku lêpirsîna têkildarî kesên navborî hîn neqediya ye û ev daxwaza me red kir.”

Back to top button