Tirkiye: Gotina Macron a Tirkiye lîstika xeternak dilîze, “jidestdayîna mejî ye”

Derbarê aloziya Lîbyayê de, di navbera Tirkiye û Fransayê de zimaneke tûj tê bikaranîn.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê, Hamî Uqsûyî, li ser gotina Serokomarê Fransayê, Macron, ku Tirkiye di Lîbyayê de Lîstikeke xeternak dilîze, axivî.

Hamî Uqsûyî got:

“Ji gotina Macron em tiştekî tenê fêm dikin, ku ev gotin ji kesekî tê ku mejiyê xwe ji dest daye.”

Uqsûyî anî ziman ku yê lîstika xeternak di Lîbyayê de dilîze Fransa bixwe ye, ku ew piştgiriyê dide aliyên nerewa û wiha jî tevlîhevî li welêt derdixe.

Duh Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftineke xwe de gotibû ku Tirkiyê di destwerdana wê di xaka Lîbyayê de lîstikeke xeternak dilîze.

Her wiha Macron daxwaz kiribû ku li pêşiya projeyên Tirkiyê li herêmê were giritn.

Back to top button