Hindistan..nebûna tûpên Oksîjenê mirina ji ber Corona li welat zêde kiriye

Li Hindistanê bêçaretiya cîhanê ya li pêşberî vîrûsa corona xuya dike.
Li welat ji cihê razana nexweşên corona bigerin tûpên oksîjenê nayên peydakirin.
Oksîjen êdî ji bo kesên bizîşkan hêviya xwe jê qut kirine nayên bikaranîn.
Ciwanek ji hêzên ewlekarî û bizîşkan hêvî û rica dike tûpa oksîjenê ji gel dayîka wî nebin.
Dibêje ger hun bibin wê dayîka min bimre.
Lê ciwan tevî hemû hewildanên xwe nekarî berpirsan bide razîkirin.

Dimenê ku li ser medya civakî hatî parvekirin, rewşa metirsîdar ya li Hindistanê nîşan dike.

Her çiqasî ciwan dixwaze tûpa oksîjenê li gel dawî bimêne jî nikare berpirsan bide razîkirin.

Li Hindistanê jimara pêketiyên vîrûsê 400 hezar derbas kir

Li welat ku pêla duyemîn ya vîrûsê didome jimara pêketiyên rojekê ji 400 hezarî derbas kir.

Li gorî wezîrê tenduristiyê yê Hindistanê, îro 401 hezar û 993 rewşên nû yên pêketiyên vîrûsê hatin tomarkirin.

Tenê di nava mehekê de li Hindistana ku xwedî 1,3 milyar kesî ye, 7 milyon kes bi vîrûsê ketin.

Li cîhanê her roj zêdetirî 800 hezar kesên din bi Koronayê dikevin.

Back to top button