Ji Tahranê bû Waşîngtonê: Hewildanên avakirina hevbendiyên li dijî Îranê binkeftî ye

Amerîka îdia dike ku Îran di nava amadekariyên firotina dronan bû Rûsyayê dike.
Li dijî vê jî Îranê bertek derket.
Rêveberiya Tahranê got, hewldanên avakirina hevbendiyên ewlehiyê li dijî wan, siyaseteke binkeftî ye.
Her wiha destnîşan kir ku ewlehî li herêmê mijareke giştî ye û nayê parçekirin.

Îran û Amerîka careke din zimanê tewambariya li dijî hev zêde kirine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di civîna çapameniyê ya heftane de axivî û got:

“Hewldanên avakirina hevbendiyên ewlehiyê li dijî Îranê, siyaseteke binkeftî ye.

Mijara ewlehiyê li herêmê mijareke giştî ye û nayê parçekirin, çi rageşiya li herêmê dê zirarê bide ewlehiya tevahî welatên herêmê.”

Kenanî diyar kir ku siyaseta avakirina blok û hevbendiyên ewlehiyê bi amadebûna hêzeke ne rewa ya ewlehiya herêmê têk dibe, bê encam e û ev tişt anî ziman:

“Îsraîl di têkbirina ewlehiya herêmê de faktorekî sereke ye û xizmeta îstiqrara herêmê nake.

Bawer im ku welatên herêmê dê vî tiştî ferq bikin.”

Kenanî anî ziman ku Washington bi hewldana avakirina van hevbendiyan hewl dide sûkên nû ji bo çekên xwe veke.

Îran di wê baweriyê de ku ewlehiya li herêmê tenê bi rêya mekanîzmayên herêmî yên giştî bi beşdariya hemû welatên herêmê, bêyî destwerdana derve pêkan e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wiha domand:

“Li gorî siyaseta Washington a li herêmê, divê welatên herêmê peyamên aştiyê bi Îsraîlê re çêkin, ku ew hêzeke nerewa ye.

Helwesta Amerîka li hember Îsraîlê zelal e û nehatiye guhertin.

Siyaseta Washington li herêmê, piştevaniya siyonîsta û misogerkirina ewlehiya wê li ser hesabê ewlehiya welatên herêmê ye.

Ev ne siyaseteke aqlilane ye.”

Nasir Kanaanî da zanîn ku hewildanên normalîzekirineke fermî ya ji aliyê welatan ve, nêrîna gelên herêmê ya li hemberî Îsraîlê naguhere.

Back to top button