Li herêmên hikûmeta Şamê 38 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên hikûmeta Şamê, di 24 saetên dawî de hejmara herî bilind a pêketiyên bi vîrûsê ya rojane hat ragihandin.

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê pêketina 38 kesan û mirina 2 kesan bi vîrûsa Coronayê ragihand.

Her wiha wezaretê eşkere kir ku 12 kesên din jî ji Coronayê baş bûne.

Bi van daneyên dawî re jî, li herêmên hikûmeta Şamê heya niha 847 kes bi Coronayê ketine, ji wan 268 baş bûne û 46 jî mirine.

Li gorî daneyên wezareta tenduristiyê, derdroa 60 ji sedî ji pêketiyên vîrûsê ji herêmên Şama paytext in.

Back to top button