Rêveberiya Xweser:divê korîdoreke mirovî li Serê Kaniyê were vekirin

Rêveberiya xwser ya bakur û rojhilatê sûrî banga vekirina korîdoreke mirovî li Serêkaniyê kir da ku bi awayekî lezgîn birîndar jê werin derxistin.

Rêveberiya xweser bi daxuyaniyekê balkişand li ser rewşa mirovî li serê kaniyê û wiha got:

Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li serê kaniyê di roja 9’an de ye û berxwedan rûmetê li dijî wê bi biryardarî dewam e.

Li serê kanoyê hejmareke mezin ji sivîlan di hundirê bajêr dorpêç kirî ne li kêlek wê jî dewleta TIrk hemû cureyen çekan li dijî sivîlan bikar tîne.

Dewleta Tirk li Serê Kaniyê ne tenê belafir û topan bikar tîne, lê belê asta hovîtiya wê gihaştiye ku çekên qedexekirî bikar bîne.

Di encamê de gelek sivîl ji zarok, jin û temen mezin şehîd bûne û bi sedan jî birîndar bûne.

Dewleta Tirk a dagirker tîmên tenduristiyê û alîkariyê dike hedef, bi wê re jî jiyana bi sedan sivîl û birîndarên tê de, li ber gefa mirinê ye.

Tirkiyê dixwaze li serê kaniyê weke komkujiya beriya çend rojan ku tê de 11 sivîl şehîd bûn û 74 jî birîndar bûn dûrbare bike.

Rêveberiya xweser bang li civaka navdewletî, rxistinên hiqûqî, yekîtiya Rûsya û koalîsyona navdewletî kir ku korîdoreke mirovî li Serêkaniyê bi awyekî lezgîn vebike û birîndaran derxe her wiha êrîşên dewleta Tirk rawestînin.

Leave a Reply

Back to top button