Çeteyên dewleta Tirk li taxa Sînaa ya Efrînê sivîlek revand

Nanenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê sivîlek revand, her wiha daristanên Efrînê birîne. 

Navendê diyar kir îro çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk sivîlek li pêşiya mal wî ya li taxa Sînaa ya bajarê Efrînê revand.

Çete darên taxa Mehmûdiyê ya Efrînê birîn

Çavdêriya Sûrî dest nîşan kir ku çeteyan gelek darên li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê jî birîne.

Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiya Efrînê jî didomîne.

Di vê çarçoveyê de Çavdêriya Sûrî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker malên Kurdan bi erzanî difroşe çeteyan.

Back to top button