Xelkê Şehba ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketin qadan

Fikarên ser rewşa Rêber Apo zêde dibin.
Bi vê re, hêrsa gel a li hember negirtina agahiyek ji Rêber Apo zêde dibe.
Meclisa Malbatên şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba meşek lidar xistin.
Di meşê de hate gotin, CPT ji rewşa Rêber Apo berpirsyare.

Xelkê Şehba careke din ji bo wergirtina agahiyeke ji rewşa Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî li qadan bûn.

Piştî erdheja 4’ê Mijdara 2023’an li Derya Marmara ku girava Îmralî jî digre nava xwe, fikarên li ser rewşa Rêber Apo zêde bûne.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba bi dirûşma ji “Silametiya Rêber Apo berpirsyariya navneteweyî ye” meşek lidar xistin.

Meş li pêşiya Parka 4’ê Nîsanê ya navçeya Ehdasê rawestî.

Li wir endama Meclisa Malbatên ‎Şehîdan Xedîce Îbo Axivî.

Xedîce diyar kir ku gelê Efrîn û Şehba piştî erdheja ku li Stenbolê rû ‎da, ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi fikar e.‎

Xedîce Îbo bang li tevahî gelên herêmê kir ku ji bo Rêber Abdullah ‎Ocalan dakevin qadan.‎

Li aliyekî din jî endamê Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyayê Cebraîl Mistefa bang li ‎pêkhateyan kir ku li hember siyaset û komploya dewleta Tirk ên li dijî Rêber Apo û gelên herêmê hevgirtî bin‏.‏

Mistefa bêdengiya navneteweyî ‎şermezar kir û got;

Gelên bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawerin wê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe dewma bikin.

Back to top button