Li ber ofîsa ny piştevaniya bo grevên birçîbûnê

Li ber ofîsa NY’ê ya li Cenevê berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê hate silavkirin.

Çalakiya rûniştinê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenev yê Swîsreyê dewam dike, dikeve sala 4’an.

Ji 25’ê Çileya 2021’an ve jî her Çarşemê li Qada Natîonsê çalakiya xwe didomînin.

Di çalakiya vê hefteyê de grevên birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ku 27’ê Mijdarê dane destpêkirin, hate silavkirin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevê (CDK-Ge) Mehmet Latîf Çelebî, ji bo çalakiya navendî a 13’ê Kanûnê li Cenevê bê lidarxistin banga beşdarbûnê kir.

Li ser navê Koma Serhildan ku saziyeke enternasyonalîst e û di çarçoveya piştgiriya bi Kurdistanê re û xwedîderketina Şoreşa Rojava damezrandina xwe ragihandiye, Anne Claûde mafê axaftinê girt.

Anne Claûde diyar kir ku Rêber Apo 24 sal in di bin tecrîdê de tê girtin û wiha got:

“Ev 3 sal in ev tecrîd veguheriye êşkenceyê û îro di asta herî giran de tê meşandin.”

Piştî axaftinan Kurdistanî dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Back to top button