Parlamena Lîbî: Ji mafê Misirê ye destwerdanê li Lîbyayê bike

Parlamena Lîbyayê dibêje ji mafê Misirê ye destwerdanê li Lîbyayê bike û dagirkeriya dewleta Tirk têk bibe. Parlamenê diyar kir jî ku di herdu rojên bê de wê aliyên Lîbî li hev rûnin. Berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî jî anî ziman ku dewleta Tirk bi destwerdana xwe li Lîbyayê hem Ixwan û çeteyan bêhtir bi cih dike, hem abora welatê xwe ya hilweşiyayî rizgar dike.

Parlamena Lîbî li ser destwerdana Misir li Lîbyayê erê dike..

Parlamenê îro vê sibehê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi hevkariya navbera Misir û Lîbyayê bo parastina ewlehî û aramiya herêmî kêfxweş in û eger metirsî li ser ewlehiya wê çêbû, hêzên Misirî dikarin destwerdanê li Lîbyayê bikin.

Parlamena Lîbî got:

Serweriya Lîbya ji aliyê Tirkiyê ve tê binpêkirin û erda me dagir kiriye.

Li ser vê jî û ji ber dewleta Tirk metirsîyeke mezin û yekser li ser welatê me û yên cîran çêdike, em weke parlamena Lîbî bi daxuyaniya serokê Misirê Ebdul Fetah el-Sîsî kêfxweş in û erê dikin.

Meha borî, Sîsî ragihadibû ku eger dewleta Tirk nêzî bajarê Sêrtê bibe, êdî destwerdana wan li Lîbyayê rewa ye.

Parlamena Lîbî: Di herdu rojên bê de wê aliyên Lîbî li hev rûnin

Ji bo gavekê ber bi çareyeke siyasî ve bavêjin, serokê Parlamena Lîbî Uqeyla Salih ji Erebiyê re eşkere kir ku di nava herdu rojên bê de, wê hevdîtinek di navbera aliyên Lîbî de çêbibe.

Salih teqez kir jî ku gelek aliyan destek daye insyatîfa Qahîrayê û eger insyatifên din ên piştgiriyê hebin, em ê qebûl bikin.

Mismarî: Dewleta Tirk dixwaze Ixwan û terorîstan li Lîbyayê xurt bike

Duh jî berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihandibû ku dewleta Tirk bi destwerdana xwe dixwaze Ixwan el-Muslimîn û û rêxistinên din ên terorîst li Lîbyayê bêhtir bi cih bike û dest deyîne ser petrol û gaza Lîbî da abora xwe ya hilweşiyayî rizgar bike.

Back to top button