HPG: Li Zap û Avaşînê 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didin.
HPG’ê ragihand di çalakiyên li herêmên Zap û Avaşînê de 8 leşkerên dewelta Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdisanê rojane li dijî artêşa Tirk a dagirker ku êrîşî başûrê Kurdistanê dike çalakiyan li dar dixin û derbên giran li dagirkeran didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û berxwedana gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li leşkerên Tirk yên dagirker xistin.

Hat diyar kirin 2’yê Tîrmehê li dijî leşkerên dagirker yên li herêma Zapê çalakiyeke bi bandor hate kirin. Hat gotin di encama vê çalakiyê de 5 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

HPG’ê da zanîn 2’yê Tîrmehê heta niha dagirker bi bombeyên gazê û teqemeniyan êrîşî çeperên şer yên li qadên Werxelê û Girê Sor yên herêma Avaşînê dikin.

Hat diyar kirin 3 Tîrmehê li van qadan mudaxele li dagirkeran hate kirin û neçar man ku paşve vekişin.

HPG’ê da zanîn 4’ê Tîrmehê jî li dijî dagirkerên li qada Werxelê ya Avaşînê bi taktîka sabotajê û bi çekên ferdî çalakî hate kirin.

Hat diyar kirin di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir roja 3 Tîrmehê qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer û helîkopteran hate bombebaran kirin.

Back to top button