Rêveberiya Xweser: Rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî cuda bikin

Rêveberiya Xwesrer careke din derbarê girtina dergehê Til Koçer daxuyaniyek da û bang li civaka navneteweyî û NY’yî kir ku rewşa mirovî û berjewendiyên siyasî yên hin welatan ji hev cuda bikin. Her wiha banga rizgarikirina gel ji dorpêçê kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî têkildarî dorpêça li ser herêmê û girtina dergehê Til Koçer daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku tevî pêkhateyên vir xwe ji derveyî Sûriyê nehesibandine jî lê hin alî herêmê weke ku ji Sûriyê qutkiriye dibînin.

”Ev jî nêrînek şaş e”.

Rêveberiyê anî ziman ku li gel êrîş û destdirêjiyan, dorpêç jî wekî çekekê li dijî gel hat bikaranîn û got,

”Bi gurbûna şerê Sûriyê re, aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî êdî xelkên parêzgehên din berê xwe dan herêmê.

Di encamê de jimara niştecihên herêmê zêdetir bû û bi vekirina kampên ku bi dehezaran koçber lê dimînin re, barê rêveberiyê girantir bû.

Hebûna 5 milyon mirov li herêmên Rêveberiya Xweser û dewama dorpêçê nîşaneyên encamên xirab di aliyê rewşa mirovî de dide”.

Rêveberiyê teqez kir ku wan ji bo wergirtina piştgiriya navneteweyî hewldanên mezin da lê bersivdayîneke rasteqîn pêk nehat.

Her wiha da zanîn ku dergehê Til Koçer ji bo herêmê rêyeke sereke ya jiyanê ye, biryara girtina wê jî gefek din li ser destkeftiyên ku hatine bidestxistin bû.

Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî û NY’yî kir ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin welatan cuda bikin û gel ji dorpêçê rizgar bikin.

”Vekirina dergeha Til Koçer wê rêgeha berpirsiyariyên navneteweyî yên li hemberî gelê me ji nû ve rast bike.

Back to top button