Hevseroka KNK Zeyneb Mûrad: Me belge ji saziyên navnetewî re şandin

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad, anî ziman wan belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ku bi dest xistine ji saziyên navneteweyî re şandine. Zeyneb Mûrad da zanîn ji bo ku li ser vê mijarê lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin ew ketine nava hewldanan.                   

Dewleta Tirk a dagirker zêdeyî 6 mehan e êrişî başûrê Kurdistanê dike û di van demên dawiyê de jî li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya re axivî.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad, anî ziman ku ji bo ku çekên kîmyewî yên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ku li dijî gerîla tê bikaranîn werin lêkolînkirin ew di nava hewldanan de ne û wiha got,

“Me dosyayeke lêkolînê amade kiriye.

Di vê lêkolînê de hin belge û agahî hene.

Ev, ji hemû saziyên navneteweyî û wezaretên derve yên welatên Ewropayê û dezgehên ragihandinê ên berpirsyar re hatine şandin. Lê mixabin heta niha bersiveke fermî nehatiye dayîn.”

Zeyneb Mûrad diyar kir li hemberî dewleta Tirk ku sucê şer dike, divê hêzên navneteweyî bêdeng nemînin û ji bo vê çi pêwîst be divê bikin.

Zeyneb Mûrad: Hêzên navnetewî bi bêdengiya xwe dibin hevkarê sûcan

Zeyneb Mûrad da zanîn ew hewl didin ku komîsyoneke serbixwe ku nûnertiyên navneteweyî jî di nav de, bê avakirin û li herêmên gerîla lêkolînan bike.

Zeyneb Mûrad bal kişande li ser bêdengiya hêzên navnetewî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û got “Bêdengiya wan tê wateya ku ew jî dibin hevkarê vî sûcî.”

Her wiha da zanîn ku hikûmeta Iraqê jî bi bêhelwestiya xwe pêşî li êrişên dewleta Tirk vedike û got,

“Bêdengiya wan dibe sedema binpêkirina serweriya axa Iraqê.”

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad bang li gelê Kurd û hemû derdorên demokratîk kir ku li dijî êrişan û bikaranîna çekên kîmyewî têkoşînê mezin bikin û bang li hikûmeta Iraqê û ya başûrê Kurdistanê jî kir ku li dijî êrişên Tirkiyê bêdeng nemînin.

Back to top button