Rêber Abdullah Ocalan: Divê Kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin

Bi ser Peymana Lozanê re sed sal derbas dibe.
Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan “Lozana Civakî” pêşniyar kir û destnîşan kir ku serkeftina gelê kurd û tirk bi nûjenkirina Lozanê pêkan e.

Peymana Lozanê piştî Şerê Cîhanê yê 1. di bin navê “aştiyê” de ji aliyê dewletên netewe ve hat îmzekirin û Kurdistan kir çar parçe.

Kurdên ku ev sed sal in li dijî polîtîkayên qirkirinê yên netew-dewletan li ber xwe didin, di sedsala Lozanê de dixwazin Peymana Lozanek nû pêk bînin.

Kurd xebatên ji bo “Lozana Civakî”, bi konferans û komxebatên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê dewam dikin.

Rêber Apo di hevdîtina 3’ê kanûna 2008’an de li ser “Lozana Kurdan” rawestiyabû û nirxandinên girîng kiribû

Rêber Apo diyar kir dike Îngilîzan Peymana Sevrê ferz kiriye û wiha dibêje:

“Ez ne alîgirê Sevrê me, ez bêtir li ser Lozanê disekinim.

Du mebûsên kurd jî birine Lozanê.

Li wir hat gotin, ‘Em weke nûnerên tirk û kurdan li vir in’ lê tedbîrên pêwîst nehatin kirin.

Ji bo tirkan Lozan temam bûye. Ji bo Kurdan pêwîst e îro were temamkirin.

Ez ji vê re dibêjim Lozana Duyemîn an jî qedandina Lozanê.

Temamkirina Lozanê wê bi demokratîkbûna komarê re pêk were.

Divê kurd bêjin ’em Peymana Sevrê qebûl nakin, em dixwazin Lozana xwe nûjen bikin’.

Rêber Apo di hevdîtinên çileya 2009’an de jî diyar kir ku divê Misak-i Millî û Peymana Lozanê were nûjenkirin û dibêje:

Rêber Apo ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan “Lozana Civakî” pêşniyar kir

“Dema ku ez dibêjim Misak-i Millî dikare were nûjenkirin, mebesta min ne ew e ku axa li Iraqê an jî li deverên din bi Tirkiyê ve bên girêdan.

Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan Rêber Apo “Lozana Civakî” pêşniyar kir û destnîşan kir ku serkeftina gelê kurd û tirk bi nûjenkirina Lozanê pêkan e.

Back to top button