Li Ûkrayna 30 rojan rewşa awerte hat ragihandin

Ukrayna’da 1 ay OHAL ilan edildi Li nava Ûkrayna metirsî serwere.Di dema ku krîza di navbera Rûsya û Ûkraynayê de dewam dike, Ûkraynayê biryarek nû girt. Li welat 30 rojan rewşa awerte hate ragihandin.

Serokê Konseya Ewlehî û Parastinê ya Ûkraynayê Aleksey Danilov daxuyanî da û wiha got:

“Ji xeynî Donetsk û Luhanskê li tevahiya Ûkraynayê Rewşa Awarte hat îlankirin.

Aleksey Danilov diyar kir ku ev biryar wê bandoreke radîkal li ser jiyana welatiyan neke.

Li herêmên ku hewce bike dibe ku qedexeya derketina derve bê îlankirin.

Danilov anî ziman ku ti pêwistiyek a rewşa awerte ya leşkerî tineye û wiha bi dawî kir:

Rewşa Awarte wê 30 rojan dewam bike û ger pêwist bike wê were dirêjkirin.

Her wiha 36 hezar leşkerên yedek jî ji bo wezîfeyê hatine erkdarkirin.

Back to top button