KCDK-E’yê banga tevlîbûna meşa mezin a Lozanê kir

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên Li Ewropayê (KCDK-E) bi nêzbûna salvegera sedsaliya peymana Lozanê daxuyaniyek weşand û bang li gel kir ku tevli meşa mezin bibin.

KCDK-E, bi sernavê ”Em peymana qirkirinê ya Lozanê ku bi destên hêzên navneteweyî di 24’ê Tîrmeha 1923’an de hatiye îmzekirin nas nakin” daxuyanî weşand.

KCDK-E’yê di daxuyaniyê de ev tişt parve kir:

”Peymana Lozanê werçerxeke dîrokî ye ku pê rê li ber qirkirina Kurdan vebûye.

Peymana Lozanê, navê fermîbûyî yê înkar û qirkirina Kurdan e.

Bi vê peymanê di ser hemû parçeyên Kurdistanê re bi awayekê sîstematîk li êrîşên qirkirinê hatiye domandin.

Kurd ku bi hêzaran şehîdên xwe li dijî planê qirkirinê yê Lozanê yê bi sed salan bûye xwedî vîn,vê peymanê nas nakin.

Kurd bi berxwedana xwe bûne xwedanên wê hêzê ku Peymana Lozanê pûç bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de KCDK-E bang li gel kir ku bi ruhê seferberiya neteweyî tev li meşa mezin bibin ku wê 22’yê Tîrmehê bê li darxistin.

Back to top button