Xelatên Akademiya 92. yên Oscarê diyar bûn

Xelatên Akademiya 92. a Oscar diyar bûn.

Di merasîma dayîna xelatan ku li bajarê Los Angeles yê Amarîkayê de derhêner û leyîstikvanên herî baş xelata xwe girtin.

Koreya Başûr jî bi filmê Parasît di 4 beşande xelata Oscar bi dest xist.

Li cihê Şanogeriya Dolby a bajarê Los Angeles yê Amarîkayê bi şahiyekê xelatên akademiya 92. yên Oscarê hatin dayîn.

Koreya başûr bi girtina xelatan a bi filmê Parasite mohra xwe li şahiyê xist.

Filmê Parasite, xelata filmê herî baş, Derhêner, Senaryona Rasteqîn û xelata filmê herî baş yê navnetewî stand.

Filmê bi bandor bi vî wayî xelata filmê herî baş girt û bû filmê ku zimanê xwe yê resen ne Ingilîzî û xelatên standî jî bi vî awayî ket dîrokê.

Xelata despêkê ya şahiyê ji bo xurtê alîkar yê di film de hate dayîn.

Ev xelat jî Brad Pitt bi rolê xwe yê Once Upon a Time in Hollywood stand.

Leyîstikvana herî xurt a di qada jinan de jî Renée Zellweger bi rolê xwe yê di filmê Judy de stand.

Joaquin Phoenix jî bi rolê xwe yê di filmê vegera Joker ya bi navê “Gunehê yê Palyaço Pirens e” stand.

Phoenix ku di filmê Joker de bi navê Arthur Fleck’ rol girtî, bi roja derketina film re bal kişandibû li ser xwe.

Phoenix her çiqasî serkeftinek mezin bi dest xistibe û 11 warên oscarê de hatibû destnîşan kirin jî tenê di warekê de xelat girt.

Filmê anîmasyon yê herî baş hate dîtin jî Toy Story 4 bû.

Hêjayî gotinê ye, Oscar xelata salane ya ji bo filmên di Hollywood de herî baş tê dayîn.

Di sala 1927’an de ji aliyê Akademiya Şaxê Hunerî yê Sîmana ve hat fikirîn.

Cara yekem jî di sala 1929’an ji bo 11 hunermendan xelat hate dayîn.

Her sal ji bo 25 kesan xelata oscar tê dayîn.

Tê gotin di sala 1931’an de sekretera giştî ya Akademiyê Margart Menick, dema heykelê ku ji bo xelatê dibîne dibêje, “Çiqas dişibe apê min Oscar” û pêde êdî ji xelatê re Oscar tê gotin.

Back to top button