Cemîl Bayik: Pergala Îmraliyê pergala qirkirinê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik anî ziman, hêza esasî ya ku sîstema Îmraliyê ava kir û Rêber Ocalan lê dihêle, hêzên modernîteya kapîtalîst e û got, “Îmrali cihekî sîstema qirkirinê ye. Di heman demê de cihê têkoşîn û berxwedanê ye.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe ya bi ANF’ê re balkişand li ser pergala Îmraliyê.

Cemîl Bayik diyar kir ku pergala Îmrali pergaleke qirkirinê ye û got:

“Hêza esasî ya ku sîstema Îmraliyê ava kir hêzên modernîteya kapîtalîst e

Ya ku bûye para dewleta Tirk gardiyanî ye.

Îmrali cihekî sîstema qirkirinê ye. Di heman demê de cihê têkoşîn û berxwedanê ye.”

Cemîl Bayik: Rêbaza Rêber Apo tim nûbûn û çareserî ye

Cemîl Bayik sekna Rêber APO ya li îmraliyê mînak nîşanda û got

“Di Rêbazê Rêber Apo de tim nûbûn û çareserî heye.

Şert û merc çi dibin bila bibin, afirandina rewşeke nû û alternatîfa çareseriyê taybetmedniyeke bingehîn a Rêber Apo ye.

Ev yek li nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de jî bi ser xist ku kesî texmîn nedikir.”

Cemîl Bayik: Li Îmraliyê hiqûq nameşe

Bayik balkişand li ser pergala îmraliyê û ev nirxandin kir:

“Rêber Apo, ji bo pergala Îmraliyê gotiye ku pergala qirkirinê ye.

Hiqûq, li Îmraliyê tu car nehatiye pêkanîn.

Jixwe Rêber Apo xwe wek dîlekê siyasî pênase kiriye.

Wisa kirine ku mafê xwe yê dan û stendina bêhnê jî bi têkoşînê bi kar tîne.

Ji bo Rêber Apo û Îmraliyê tu hiqûqeke navneteweyî ne derbasdar e. ”

“CPT bi sekna xwe şîrikê polîtîkaya tecrîdê ye”

CPT jî bi sekna xwe dibe şîrikê polîtîkayên li Îmraliyê û ev bang li CPT kir:

“CPT, bi pratîka xwe ya heyî, sûcên polîtîkaya Îmraiyê ya neteweyî ya Tirk vedişêre, piştperde dike û xizmêtê jê re dike.

CPT, divê xwe bi lez û bez ji vê rewşê xelas bike, ji ber rol û mîsyona xwe zû bi zû hevdîtinê bi Rêber Apo re bike.”

“Divê herkes taybet jî jin û ciwan li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin”

Bayik bang gelê kurd û dostên wan kir ku di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ de heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin.

Bayik taybet bang li jin û ciwan kir ku li dijî tecrîdê bi çalakiyên pir alî erka xwe rabin.

Back to top button