Tevgera Jinên Azad (TJA) belgenameya xwe ya hilbijartinê bi daxuyaniyeke eşkere kir û got: Desthilatdariya AKP û MHP’ê berpirsa sereke ya bîlançoyên kuştinên jinan ên sîstematîk ên ku her roj zêdetir dibin e. Divê jin li hember polîtîkayên desthilatdariya Tirkiyê bêdeng nemînin û têkoşîna azadiyê mezin bikin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) belgenameya xwe ya hilbijartinê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir.
TJA’yê diyar kir sala 2023’an ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyê gelekî girîng e û got:
Di vê sedsala borî de gel, bawerî û jin tune hatine hesibandin û di çarçoveya hişmendiya netewdewletê de hatine înkarkirin.
Divê bê gotin hişmendiya netewdewletê hişmendiyeke ku jinê dîl digire ye.
Hişmendiya mêr-dewletê berpirsa sereke ya bîlançoyên kuştinên jinan ên sîstematîk ên ku her roj zêdetir dibin e.
TJA’yê da zanîn ku desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo gelan rûxandineke mezin pêk anîne û wiha anî ziman:
Sedema mirina bi dehhezaran mirovan, hilweşîna bajaran bi tenê erdhej nîn e; pergala rantê û berjewendiyan a 20 salên dawîn e.
Divê em bizanibin ku, heke enî desthilatdariya xwe bidomîne dê tevahiya welêt bikeve serdemeke tarî.
TJA’yê balkişand ser tecrîda li dijî Rêber Apo û da zanîn ku tecrîda heyî bandorê li tevahiya nirxên civakî, jiyana azad û demokratîk dike.
Tecrîd di bingeha xwe de li hemberî tevahiya civakê tê pêkanîn û hevgiriya civakî dirizîne.
Her wiha li ber bi awayek demokratîk nirxandin û nîqaşkirina pirsgirêkên civakî û kêşeya Kurdan bûye asteng.
Amanca bingehîn a vê polîtîkayê nasnameya jinê ye.
Em dizanin ku hişmendiyeke siyasî ya ku paradîgmaya demokratîk a ku azadîparêziya jinê esas digire dikare welatekî demokratîk û wekhev ava bike.
TJA’yê bang li tevahiya jinan, tevgerên femînîst, çalakvanên jin kir ku têkoşîna azadiya jinê mezin bikin.