20 saziyên sivîl banga qedexekirina firîna balafirên şer li asîmanê Şengalê kirin

20 saziyên sivîl bi daxuyaniyeke hevbeş ku pêşkêşî Hikûmeta Iraqê, Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî kir, daxwaz kir ku asîmanê Şengalê ji firîna balafirên şer re were qedexekirin.

Rêxistin û saziyên sivîl di daxuyaniya xwe de êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Şengal û Êzidiyan şermezar kirin.

Hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên dagirkeriyê û tirsa dubarebûna komkujiyan, xelkên Şengalê heta niha jî venegeryane ser mal û milkên xwe.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê hat kirin ku destûrê nede Tirkiyê bi keyfa xwe balefirên xwe yên şer li Şengalê bifirîne û bombebaran bike.

Her wiha daxwaz hat kirin jî ku Hikûmeta Iraqê qedexeya firîna balefirên Tirkiyê, bi taybet li ser asîmanê Şengalê, ragihîne.

Her bîst Rêxistin û saziyên sivî,l bang li aliyên navdewletî kir ku rê nedin Tirkiyê, carek din li ser Êzidiyan komkujiyan bike.

Back to top button