KODAR’ê Ji bo mexdûrên erdheja li bajarê Xoy banga alîkariyê kir

KODAR’ê ji bo alîkariya bi mexdûrê erdheja li Rojhilatê Kurdistanê re banga alîkariya kir û diyar kir ku ev yek erkekî exlaqî û mirovî ye.

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ji bo alîkariya mexdûrên erdheja li bajarê Xoy banga alîkariyê li gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir.

KODAR’ê diyar kir ku ew sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re û şifaya xêrê ji bo birîndaran dixwazin û wiha domand:

“Erdheja pêk hatî, gelê Kurd û Azerî di vê demsala zivistanê de xiste nava zorî û zehmetiyan.

Her wiha vê yekê rê li ber krîz û qeyranê zehmet vekiriye.

Civak nikare pêwîstiyên xwe yên jiyanî peyda bike.

Desthilat alîkariya mexdûran nake, agahiyên zelal li ser mijarê belav nake.

Ji bo wê pêwîstî li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel ji bo alîkariya mexdorên erdhejê têkevin tevgerê û destê alîkariyê dirêjî wan bikin.”

Rojhilatê Kurdistanê..Di erdheja li Xoy’ê de 7 kes mirin û 800 jî birîndar bûn

Back to top button