Bella Montoya ya 76 salî bi saxî ji tabûtê hate derxistin

Li Ekwadorê jina binavê Bella Montoya ya 76 salî ku difikirîn ew miriye, li ser wê şîn dikirin.
Piştre di tabûtê de dibînin ku Montaya bêhnê digre.

Bûyer li eyaleta Los Rios a Ekwadorê pêk hat.

Xizmên pîrejinê ji bo merasîma cenazeyê Montoya cil û bergên wê biguherînin tabût vekirin.

Di vê demê de pê dihesin ku dema di tabûtê de ye bêhna xwe distîne.

Pîrejin pişt re ji tabûta wê hat derxistin û dîsa rakirin nexweşxaneyê.

Kurê pîrejinê Gilber Rodolfo Balberan got,

“Sat 09.00’an bijîjkan piştrast kirin ku diya min miriye.

Diya min di tabûtê de çavên xwe vekir.

Devê xwe vekir û xwest bêhna xwe bigire.”

Hat diyarkirin ku bijişkan hewl dane ku pîrejinê bi CPR zindî bihêlin lê ji ber krîza dil mirina pîrejinê piştrast kirine û ew xistine tabûtê.

Wezareta Tenduristîyê ya Ekwadorê bi daxuyaniyekê ragihand ku pîrejin niha di lênihêrîna giran de ye û hemû lêkolînên tenduristiyê yên pêwîst hatine kirin.

Back to top button