Li Sûriyê 4 kes bi vîrûsa Corona ketine

Rêjîma Sûrî ragihand ku 3 kesên nû bi vîrûsa Coroanyê ketine.

Bivî awayî jimara kesên li welêt bi vîrûsê ketine gihişt 4’an.

Îro Wezareta Tenduristiyê ya rêjîma Sûrî ragihand ku 3 kesên nû bi vîrûsa Coronayê ketine.

Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku ev kes ji çend kesên ku di heftiya borî de ketibûn di bin çavdêriya tenturistiyê de ne.

Beriya sê rojan jî, 22’ê mehê, Wezîrê Tenduristiyê yê rêjîma Sûrî Nizar Yezecî, pêketina yekem kes bi vîrûsê ragihandibû.

Ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsê Coronayê, rêjîma Sûrî tedbîrên mezin kirine.

Di herêmên rêjîma Sûrî de çûnûhatina navbera bajaran hatiye qedexekirin, her wiha vekirina saziyên hikûmetê bi giştî hatiye taloqkirin.

Çavdêriya Mafê Mirov a Sûrî jî beriya demekê ragihand ku li herêmên bi din kontrola hikumeta Şamê û çeteyên dewleta tirk de bi dehan kes ji ber vîrûsê mirine.

Back to top button