HPG diyar kir ku dagirkeriya Tirk 83 caran heremên parastina medyayê bombebaran kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got;
“Di navbera 10 û 12’ê Hezîranê de li her rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî 15 caran bi helîkopterên şer hatin bombekirin.
Qada Berxwedanê ya Sîda, Girê Cûdî, Girê FM’ê û Girê Amediyê jî bi giştî 68 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
Her wiha HPG’ê da zanîn Artêşa Tirk a dagirker 10 û 11’ê Hezîranê jî hewl da li Zapê çeperên me yên Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi kepçeyan hilweşîne.