Şêniyên Tirbespiyê bi civînekê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn

Çalakiyên gelê herêmê ên bi boneya salvegera 40’î ya Berxwedana Mezin a 14’ê Tîrmehê, dewam dikin. Şêniyên navçeya Tirbespiyê bi civînekê şehîdên 14’ê Tîrmehê bibîr anîn û diyar kirin ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê ruhê rizgariyê yê PKK’ê ye û dan zanîn ev ruh heta roja îro jî dewam dike.

Li Tirbespiyê ji bo Berxwedana 14’ê Tîrmehê li hola Siyahî civînek hate lidarxistin.

Bi dehan ji pêkhateyên nevçeyê di civînê de amed bûbûn.

Di civînê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD Hediye Şemo axivî û diyar kir ku Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê di oxira doza gelê xwe de canê xwe feda kirin.

Her wiha Endamê Rêveber ê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Sîpan Mihemed jî axivî û da zanîn ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê ruhê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê rizgariyê ye û got:

“Berxwedêrên PKK’ê li girtîgehên dewleta Tirk li dijî siyaseta wê li ber xwe didin. Hîna jî grevên birçîbûnê berdewam dikin.”

Back to top button