190 kesên din nexweş ketin û 5 jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 190 rewşên din ên Coronayê tomar kirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr.Ciwan Mistefa piştrast kir ku ji wan pêketiyan, 115 mêr û 75 jin in.

Dr.Ciwan her wiha da zanîn ku ji nexweşiyên Coronayê, 17 kes baş bûne û 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Heta niha, jimara giştî ya nexweşan dibe 6 hezar û 119, ji wan 158 kes mirine û 869 kes jî baş bûne.

Back to top button