Fehîma Hemo: Dewleta Tirk dixwaze rêya M4 kontrol bike

Endamê Meclisa Serokatiya MSDê Fehîma Hemo îşaret bi êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê kir, ku ew dixwaze rêya M4 kontrol bike û eger rê li ber nehat girtin û êrîşên wê heta bi Iraq û Başûrê Kurdistanê ve biçin. Fehîma destnîşan kir ku bersiva tekane ya li hemberî êrîşan xurtkirina pergala parastinê ye.

Qaşo agirbest îmze kirine û rojane li pêş çavên Rûsyayê êrîş li ser herêmê hene..

Tekane armanca dewleta Tirk ji van êrîşan jî, herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û demografiya wê biguherîne.

Jixwe ev senaryo baş li Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî pêk aniye û malbatên çeteyên xwe li şûna xelkên wan ên resen bi şûn dike.

Di van demê dawî de, Eyn Îsa û rêya M4 kirine armanca êrîşên xwe yên dagirkeriyê.

Endama Serokatiya MSD’ê Fehîma Hemo di vê der barê de hişiyarî da, ku Enqere bi niyet e rêya M4 ya navneteweyî ya digihêje Idlibê, kontrol bike.

Fehîma Hemo: Divê Rûsya weke garanator tev bigere

Fehîma Hemo bêdengiya Rûsyaya garanetor jî rexne kir.

Tê zanîn, Rûsya ku li Efrînê jî qaşo garantor bû, di yekbazarê de rê ji dagirkirina wê re, li pêşiya Tirkiyê vekir.

Fehîma bang li Rûsyayê kir ku li pêşiya êrîşên dewleta Tirk ên li dijî axa Sûriyê xwe berpirsyar bibîne.

Fehîma Hemo: Bersiva êrîşan, xurtkirina pergala parastinê ye

Endama serokatiya MSDê ji bo şikandina êrîşên dewleta Tirk, girîngî bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xurtkirina pergala parastinê, dît.

Fehîm Hemo got;

Artêşa Tirk, vê dawiyê zor daye êrîşan û dixwaze sûdê ji dema veguhestina serokatiya Amerîkayê bibîne û eger rê li pêşiya wê nehat girtin, wê êrîşên xwe bigihîne herêmên mîna Mûsil, Kerkûk û Şengalê jî.

Back to top button