Piştî Jîna niha jî Armîta…hovîtiya rejima Îranê bi dawî nabe

Li Îranê keçeke ciwan bi hinceta rêgezên hîcabê pêk neaniye ji aliyê polîsên exlaqê ve hate derbkirin.
Armîta Garawend ya bi eslê xwe Kurde niha nexweşxaneyê tê dermankirin.
Rewşa Armîta giran e.
Ji ber vê yekê hêzên Îranê zextê li malbata wê dikin ku nerazîbûn nîşan nedin.
Almanya û Amerîka li dijî bûyerê bertek nîşandan û kiryarên deshilata Îranê şermezar kir.

Li Îranê keçeke ciwan a 16 salî bi hinceta rêgezên hîcabê pêk neaniye ji aliyê polîsên exlaqê yên Tehranê ve hate derbkirin.

Di encama derbên giran de keça bi navê Armîta Garawend bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

Li gor agahiyan Armîta di metroyê de rastî êrişa polîsên exlaqê hatiye.

Rayedarên Îranê îdia kirin Armîta ji ber daketina dexta xwînê ji ser hişê xwe çûye.

Hengaw: Hêzên Îranê zextê li malbata Armîta dikin ku bêdeng bin

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurd a Hengaw ragihandibû Armîta ku bi eslê xwe Kurd e, roja Yekşemê polîsên exlaqî di metroyê de êrişî wê kirine.

Rêxistinê diyar kir dewleta Îranê bi darê zorê dê û bavê Armîta dane axaftin û ji wan xwastiye ku li dijî hêzên Îranê tiştekî nebêjin.

Hengaw: Ji rewşa armîta agahî nayê girtin

Hengawê diyar kir Armîta li Nexweşxaneyek Tehranê tê dermankirin û rewşa wê ne zelale.

Rêxistina Hengaw daxwaz kir ku tîmek ji Bijîşkên Bêsînor û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor li ser mijarê lêkolînê bikin.

Almanya: Ji bo jinên Îranî bibin xwedî maf divê çend kes bimirin?

Wezîra Karê Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock li ser hesabê xwe yê X’ê bertek nîşanî Îranê da û kiryar şermezar kir.

Baerbock diyar kir ku civaka navneteweyî nikare li hemberî kiryarên Îranê bêdeng bimîne û got:

“Ji bo jinên Îranî karibin bibin xwedî maf divê çend kes bimirin?”

Baerbock diyar kir ku rejîma Îranê sûcên hovane didomîne û xwest zextên li ser rêveberiya Tehranê bên zêdekirin.

Amerîka: Em li cem gelê wêrek yê Îranê ne

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Îranê Abram Paley jî diyar kir ew ji ber bûyera heyî ecêbmayî mane û got:

“Em nûçeyên li ser rewşa tenduristiya Armîta ji nêz ve dişopînin.

Em li cem gelê leheng ên Îranê ne û xebatên xwe didomînin.”

Back to top button