Di Roja Mafê Mirovan a Cîhanî de, peyama azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate dayîn.
Li Reqayê Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê pêk hat.
Di konferansê de, daxwaza maf û edaletê ya di doza Rêber Apo de hate kirin.
Bi diruşma “Binpêkirina zagona navneteweyî ya derbarê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de” Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê hat li dar xistin.
Konferans li Bajarê Reqayê seatên sibehê destpêkir.
Konferans hemwextî salvegera 75’an a Danezana Cîhanê ya Mafên Mirovan ku her sal cîhan bi diruşmeke ku ji aliyê NY’ê ve tê diyarkirin pîroz dike, pêk hat.
Diruşma 2023’an jî “Rûmet, Azadî û Edalet ji tevahî re” ye.
Di konferansê de siyasetmedarên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parêzerên ji Humis, Hema û Laziqiyê, endamên Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdulah Ocalan beşdar bûn.
Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El Esir axaftina destpêkê kir û bixêrhatina beşdaran kir.
Konferans ji du rûniştinan pêk hat.
Di rûniştina yekemîn de “Rûpelên li ser Rêbertiyê” û “Komploya navneteweyî û darizandina şeklî” bû.
Di rûniştina 2’emîn de “Pergala li Îmraliyê” û mijara “Rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan” hatin nîqaşkirin.
Her wiha parêzera Rêber Abdullah Ocalan Canet Canîş bi rêya zoomê “pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û binpêkirinên li wir” şîrove kir.
Hiqûqnas û siyasetmedarên ji Misir û Yewnanistanê û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan bi rêya bernameya Zoomê beşdar bûn.
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.