Li ser agahiyên ku cenazeyê jineke di kampa Holê de heye, Rêveberiya Kampê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêgerînê kirin. Di lêgerînê de cenazeyê jineke DAIŞ’î hate dîtin.
Rêveberiya kampê û hêzên ewlekariyê cenazeyê jina kuştî rakirin nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a li kampê.
Li gorî lêkolînên bijîşkên edlî, diyar bû ku jina endenosî ya 6 meh in ducanî, hatiye êşkencekirin û şopên kulman li ser benda wî hebû û ji ber êşkenciyê miriye.
Jina kuştî hatî dîtin ji Endonosyayê navê wê Sodrmînî, dayika 3 zarokan e û ji aliyê jinên DAIŞ’î ên di kampê de hatiye kuştin:
Lê sedema kuştina wê nehat naskirin.