Li kampa Holê peranberekî Iraqî hat kuştin

Li kampa Holê ku bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin buyerên kuştinê bi dawî nabin. Pebaberekî din yê Iraqî li kampê hate kuştin.

Penaberê Iraqî Ehmed Fayiq Hirûbî ku temenê wî 22 salî ye li kampa Holê Kuştî hat dîtin.

Hat zanîn ku Ehmed Fayiq çend fîşek di serî û sînga xwe de xwaribûn.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser û ji xetertirîn kampên li cîhanê ye.

Ji ber ku bi hezaran malbatên DAIŞ’î yên xwedî fikrên tundraw li kampê dimînin.

Gef û xeteriya Kampê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî û tevahiya cîhanê roj bi roj zêde dibe.

Back to top button